Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kerry bi Serokê Afganî û Karbidestên Pakistanî re Civîya


Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry îro ligel Serokê Afganî Hamîd Karzayî û karbidestên bilind yên Pakistanî kom bû.

Birêz Kerry bi serdana xwe hewil dide ku girjîya navbera cîranan nermtir bike, berî vekişîna hêzên NATO ji Afganistanê.

Rêzdar Kerry got, ew bi hêvî ye ku hevdîtinên wî ligel birêz Karzayî û Serleşkerê Pakistanê General Aşfaq Kayanî û and Wezîrê Derve yê heman welatî Celîl Cîlanî encamên erênî derxe pêş.

Serokê Afganistanê Hamîd Karzayî jî geşbînîya xwe dîyar kir û got, ew çaverê ye ku tiştên baş biqewimin.
XS
SM
MD
LG