Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kerry Pesna Hevdîtina ligel Abadî Dide


Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry û Serokwezîrê Îraqê Hayder el Abadî
Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry û Serokwezîrê Îraqê Hayder el Abadî

Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry dibêje, cîhê şabûnê ye ku serokwezîrê nû yê Îraqê di şerê dijî DAÎŞ de pêgîr e.

Kerry ew şîroveyên xwe li paytaxta Îraqê, Bexda di dema hevdîtina xwe ya ligel Serokwezîrê Îraqê Hayder el Abadî de kirin.

Kerry got ew geşbîne ku hikûmeta nû dikare hemî pêkhatîyan bîne cem hev û Îraqeke yekgirtî ava bike bike.

Serokwezîrê berê Malikî bi tundî hatibû rexne kirin, bi sedema ku wî Sunnî li dervayê desthilatê hiştibû û rê li ber firehbûna DAÎŞ vekiribû.

XS
SM
MD
LG