Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry di konferansa piştevanên Sûrîyê de soza 1 mîlyar dolar alîkarîya nû bona penaberên Sûrî da.
Kerry got, erkeke mirovahî ye ku herkes piştgirî bide krîza sîyasî û mirovahî ku li Sûrîyê tê jîyan kirin.
Wî dîyar kir ku Amerîka $601 mîlyon dolar bo gelê Sûrî vediqetîne û $290 mîlyon jî bo alîkarîya pêşvebirine bo perwerdekirina zarokên penaber li Urdun û Lubnanê.
Kerry herwiha bang li hikûmeta Sûrî û Rûsya kir ku êrîşên xwe li deverên bin kontrola serhildayan rawistînin da ku alîkarîya mirovahî bigihe sîvîlan.
Di konferansa welatên piştevanên Sûrîyê de ku îro Pêncşemê li Londonê destpê kir Yekîtîya Ewrupa soza 3 mîlyar dolar alîkarîya bo pitşgirîya gelê Sûrî û Urdun, Lubnan û Tirkîyê, ku bi mîlyonan Sûrî dihewînin, dan.