Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kerry Kiryarên DAIŞê yên Ser Êzîdîyan Wek Jenosîd Nav Dike


Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry dibêje, wî giheştiye wê biryatê ku kiryarên hovan yên DAIŞê li hember Êzîdî, Krîstîyan û civakên din yên kêmanî “jenosîd” anku tevkujî ye.

Kerry ev dawuyanî îro Pêncşemê da ku roja dawî ya muhleta ku Kongresa Amerîkî li pêş rêvebirîya Obama danabû ku derheqa kiryarên DAIŞê yên ser kêmanîyên olî û civakî li Îraq û Sûrîyê biryara xwe bide.

Kerry do Çarşemê hin îşaret dabû ku rêbebirî wê nikaribe berî muhleta heyî biryara xwe bide.

Li gor qanûnên Amerîkî, danana navê “jenosîd” li ser hin kiryaran, jimareke encamên girîng ligel xwe tîne.

Nûnerê eyaleta Nebraska li Kongresa Amerîkî Jeff Fortenberry ku şenîya herî mezin ya Kurdên Êzîdî li wê derê dijîn, ji Dengê Amerîka re agahîyên girîng li ser wê mijarê dan.

"Dema Wezareta Dervê biryara “jenosîd” bide, eger bixwazin, kesên ku bûne qurbanî û jîyana wan di xeterê de ne, dikarin zûtur werin Amerîka."

Hêjayî gotinê ye, jenosîd wek kuştinkarîya girseyî ya bi mebest ya komeke etnîkî û olî ye.

XS
SM
MD
LG