Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kerry û Lavrov Îro li Cenevrê Derbarê Sûrîyê Dicivin


Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry û Wezîrê Derve yê Rûsya Sergei Lavrov îro Înê li Cenevrê dest bi danûstandinan kir ku çareserîyeke aştîyane ji kêşeya Sûrî re bibînin.

Kerry berî were civîna îro, çûbû Erebistana Saudî û ligel Mohammed bin Salman û dîplomatên ji Bahreyn û Civata Hevkarîya Kendavê peyîvîbû ku piştgirîya wan li ser plana Washingtonê ya derheqa Sûrîyê wergire.

Danûstandinên berê yên navbera Washington û Moscow ti encamên girîng neafirandibûn, jiber ku Amerîka û Rûsya piştevanîya alîyên dijî hev dikin. Moskow hevelbendeke xurt ya rejîma Esad e, lê Amerîka piîşgirîya hevrikên wî dike.

Jêderên çavder dibêjin, wê her du alî bizavê bikin ku derbarê şerê dijî DAIŞê de bigehijin rêkeftinekê.

XS
SM
MD
LG