Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Ber e Kerry Îro Ser Danûstandinên Navokî Biaxife


Karbidestên Amerîkî yên li Vîyana dibêjin, Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry wê îro rewşa demî ya danûstandinên navokî binirxîne û sedemên pêşdeneçûnê rave bike.

Kerry ji CNN re got ku rêkeftina pêşnîyarkirî peymaneke tevlihev ya teknîkî ye û mijarên herî dijwar hîn li benda çareserkirinê ne.

Karbidestên Amerîkî didin zanîn ku Kerry îro li ser rewşa danûstandinan, bi telefonê ligel hevtayê xwe yê Rûsî Sergei Lavrov peyîvî.

Lavrov jî li Moskow ji rojnamevanan re got ku Rûsya li ser yek ji daxwazên serekî yên Îranê, piştgirîya Îranê dike û dixwaze ambargoya Neteweyên Yekbûyî were rakirin.

Hêjayî bîrxistinê ye muhleta herî dawî ya jibo lihevkirina rêkeftineka navokî, sibe Înê dawî dibe.

XS
SM
MD
LG