Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kerry Dibêje Ew Nehevbîrê Nêrînên Schumer û Engel e


Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry û Serokê Vîyetnam Truong Tan Sang
Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry û Serokê Vîyetnam Truong Tan Sang

Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry dibêje, ew bi xurtî dijberê nêrînên du qanûndanêrên navdar yên Demokrat e ku dibêjin ewê rêkeftina navokî ya ligel Îranê veto bikin.

Kerry îro Înê li Vîyetnam got, tiştên ku Senator Chuck Schumer û Eliot Engel dibêjin, rastîyên rêkeftinê bi rêwayî destnîşan nakin.

Wî got, ew rêz li her du qanûndanêran dike ku biryarên xwe li ser naveroka rêkeftinê bi xwe bidin, lê dijberîya wê rêkeftinê, alternatîfeke baştir dernaxe pêş.

Schumer û Engel ku her du jî nûnerên New Yorkê ne, do Pêncşemê ragihandibû ku ewê denhê na bidin rêkeftina navokî ya ligel Îranê.

XS
SM
MD
LG