Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kerry Hewla Dîplomatîk Didomîne ku Agirbesta Sûrî Hilneweşe


Kerry û hevtayê wî yê Saudî al-Jubeir
Kerry û hevtayê wî yê Saudî al-Jubeir

Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry îro Duşemê ligel hevtayê xwe yê Erebistana Saudî kom bû ku zindîhêlana agirbesta li Sûrîyê gotûbêj bike.

Kerry di hewleke dîplomatîk de ye agirbesta Amerîkî û Rûsî bi temamî hilneweşe û bajarê herî mezin Heleb jî, ku di demên dawî de bi dehan kesên sîvîl di êrîşên esmanî de hatin kuştin, cîh bigire.

Karbidestên Amerîkî dibêjin, hevkarîya Rûsya di dawîkirina tundîyê de pir girîng e û Kerry vê gavê li Moskow e ku sozeke xurt ji Rûsan bigire ku êrîşên esmanî yên rejîma Sûrî li ser Helebê rawistînin.

Rûsya heta niha bangên wî red dike û dibêje, êrîşên esmanî li hember terorîstên wek Nusra û yên din in.

Amerîka helwesta Rûsî qebûl nake û dibêje, êrîş agirbesta heyî binpê dike û sîvîlan armanc digire.

XS
SM
MD
LG