Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Mîtînga KESK'ê ya Amedê de Peyamên Dijî Şer Bilind Bûn


Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Civakî (KESK) roja Yekşemê li Amedê mitinga heremê li dar xist.

Di axaftinên rêvebirên sendîkayan de peyamên li dijî şer derketin pêş. Herwisa krîza ekonomîk, ji kar derxistin û zindanîkirina karker û karmendan, zextên giran yên ser civakê mijarên serekî yên axaftinan bûn.

Serokê KESK'ê Mehmet Bozgeyîk got ku hikûmet berjewendîya xwe di şer de dibîne û hêvî dike ku bi reşandina tovên neyartîyê di nav civakê de ewê bikaribe temena desthilata xwe dirêj bike.

“Niha ew dibêjin ku emê bi ser Rojhilata Firatê ve operasyonekê bidin destpê kirin, lê em ji vir, bi awayekî pir zelal dibêjin ku kedkar şer naxwazin, kedkar aştî, aramî û danûstandinê dixwazin."

Hêjayî gotinê ye ku piştî hewila darbeya lekerî ya li Tirkîyê, pirtir ji 160 hezar karker û karmend, bi heceta ku peywendîya wan bi rêxistinên FETO û PKK’ê hene, ji karê xwe hatin derxistin.

Kerem kin bi fayla deng guhdarîya agahîyên zêdetir bikin.

KHF_12_17_2018_KESK
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:16 0:00

XS
SM
MD
LG