Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

KESK li Enqere, Stenbol, Amed û Îzmîrê Hazirîya Mîtîngan Dike


Konfederasyona Sendîkayê Kedkarên Civakî (KESK) li Enqerê salvegera xwe ya 26’an pîroz kir.

Di pîrozbahîyê de Serokê Giştî yê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk ragihand ku di 18 Berfanbar 2021’an de li Îzmîr û Amedê, di 19 Berfanbar 2021’an de jî li Enqere û Stenbolê wê mîtîngên herêmî li dar bixin.

Di pîrozbahîya salvegera KESK’ê de Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, parlamenterê CHP’ê Yildirim Kaya jî axifîn.

Sancar got ku KESK di têkoşîna demokrasîyê û têkoşîna parastina mafên kedkaran de sazîyeke girînge.

“Ez salvegera KESK’ê pîroz dikim. Hêvîya min ewe ku di demên pêş de jî em bi hevre têkoşînê bikin.”

Parlamenterê CHP’ê Kaya jî di axaftina xwe de got ku budceya hikûmetê ne ya kedkaran e.

“Li meydanan em bi hevre têkoşînê dikin.Lê îro em dibînin ku li meclîsê budceya ku tê amadekirin ne ya kedkaran e û ya Wezîrê Karê Hindur Suyleyman Soylu ye.”

KESK li Tirkîyê wek konfederasyoneke opozîsyon jî tê zanîn.

Serokê Giştî yê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk di pîrozbahîya salvegerê de li ser xebatên KESK’ê rawestîya.

Bozgeyîk dîyar kir ku KESK rastî gelek êrîşan ve hatiye, lê ew qet dest ji parastina kedkaran bernadin.

“Li hember polîtîkayên çavtirsandinê emê bi awayekî girseyî li kolanan bertekên xwe nîşan bidin. Loma emê di 18 Berfanbarê 2021’an li Îzmîr û Amedê, di 19 Berfanbarê 2021’an de jî li Enqere û Stenbolê emê mîtîngên herêmî li dar bixin. Jiber enflasyonê û xirabûna rewşa aborîyê mafên kedkaran her roj tê şikandin. Armanca van mîtînga jî parastina mafên kedkaran û anîna aştîyeke mayînde ye. 26 sal in ku KESK hewildanê demokrasî, aştî û parastina mafên kedkaran dide û wê jî vî şunde jî bide.”

Li parlamentoya Tirkîyê di 6 Berfanbarê 2021’an de hevdîtinên ser budceya Tirkîyê ya sala 2022’yan hatibû destpêkirin.

Ev hevdîtinan heta 17 Berfanbarê 2021’an bidome. Di rojên borî de jî Sendîkaya Kedkarên Saxlemîyê (SES) hişyarî dabû hikûmetê û kedkarên tendirustîyê li tevahîya Tirkîyê rojeke dest ji kar berdabû.

please wait

No media source currently available

0:00 0:02:52 0:00

XS
SM
MD
LG