Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karmendên Civakî li Tirkîyê Hikûmetê Hişyar Dikin


Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Civakî (KESK) bo protestokirina rewşa aborî li hemû bajarên Tirkîyê derketin kolanan.

Endamên KESK’ê bi şewitandina kartên mehaneyên xwe (bordro) xwe hikûmet hişyar kirin.

Hevserokê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk ji Dengê Amerîka re got ku hikûmet dixwaze fatureya krîzê ji kedkaran re derxîne, lê ew destûr nadin wê yekê.

“Ev 16 sal in ku di bin desthilatîya AKP’ê de polîtîkayên ku tên meşandin, sîstema Tirkîyê xetimand. Ev krîz, wek hikûmeta AKP’ê dîyar dike, ji mijara Brunson yan jî xirabûna têkilîyên Tirkîyê û Amerîkayê derneketîye, lê polîtîkayên çewt yên desthilatê ew krîz anîye.”

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:05:41 0:00

XS
SM
MD
LG