Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokwezîrê Sûrî Xamîs: Îdlib Wê di Demeke Nêzîk de Bikeve Bin Kontrola Me


Serokwezîrê Sûrîyê Îmad Xamîs
Serokwezîrê Sûrîyê Îmad Xamîs

Serokwezîrê Sûrîyê Îmad Xamîs îro Pêncşemê got ku wê hêzên hikûmeta Sûrî di demeke nêzîk de Îdlibê ji destê serhildayan derxînin û bînin bin serwerîya dewleta Sûrî.

“Îdlib wê di demeke nêz de vegera bin kontrola me û emê hemî di şerên derkeve pêşîya me, serketî bin,” Xamîs li paytext Şamê got.

Bi alîyê din ve, Rûsya ku hevalbenda xurt ya Serokê Sûrî Beşar Esad e, îro jî êrîşên esmanî yên dij Îdlibê berdewam kirin.

Hefteya borî jêderekî nêzî hikûmeta Sûrî ji Reutersê re ragihandibû ku Şam hazirîya operasyoneke mezin ya rizgarkirina Îdlibê dike.

Tirkîyê ku piştevana serekî ya komên serhilda yên li Îdlibê ye, hişarî dabû ku operasyoneke dijî Îdlibê wê encamên neyênî bîne pêş.

Hêjayî balkişandinê ye ku rêberên Rûsî, Tirkî û Îranî di 7’ê Îlonê de dicivin ku rewşa Îdlibê binirxînin.

XS
SM
MD
LG