Leşkerên Îsraîlî û mîlîtanên Hamasê roja Çarşemê li Kerta Gazayê şer kirin, di vê demê de ku Îsraîl bi taybetî li Xan Yûnisê berdewamîyê bi operasyonên xwe dide.
Karbidestên leşkerê Îsraîlê got ku hêzên wan bajarokê Xan Yûnis ê li başûrê Gazayê, ku bajarê herî mezin yê duyê yê Gaza ya dorpêç kirine.
Sivîlên Filîstînî yên ku jibo peydakirina penagehan û gihîştina alîkarîyên mirovahî de, rastî fişareke zêde û zehmetîyan tên.
Artêşa Îsraîlê îro Çarşemê got ku wan di heyama rojekê de bi firokan 250 armanc bombebaran kirin.
Neteweyên Yekbûyî ragihand ku ji piştî nîvroya Duşemê vir ve êrîşên Îsraîlê yên li ser Gazayê zêde bûne, şer û pevçûnên bejayî yên dijwar didomin û mûşekên çekdarên Filîstînî yên ber bi Îsraîlê ve zêde bûne.