Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Trump: Îhtîmala Êrîşên Din li Ser Girava Xarg Heye

Serokê Amerîka Donald Trump
Serokê Amerîka Donald Trump

Serokê Amerîkayê Donald Trump got ku êrîşên li ser girava Xarg (Kharg) dikarin ji nû ve dest pê bikin.

Serok Trump roja Şemiyê jî di axaftina xwe de ji NBC News re got ku hêzên Amerîkî armancên leşkerî yên li girava Xarg, "piranî wêran kirine."

Çend roj in, hêzên Amerîkayê bombebaranên giran li dijî Girava Xarg pêk anîn. Girav girîngiyek taybet heye ji ber ku ew navenda herî girîng a hinardekirina petrola Îranê ye.

Her wiha tê ragihandin ku Îranê girav ji bo avakirina baregeheke leşkerî bikar aniye da ku trafîka keştîyên bazirganî asteng bike.

Li gorî Rêveberiya Agahiyên Enerjiyê ya Amerîkayê, salane nêzîkî 20 ji sedî ji petrola cîhanê di Tengava Hormuz re derbas dibe. Her çend Amerîka yek ji mezintirîn hilberînerên enerjiyê yên cîhanê ye jî, astengkirina tevgera enerjiyê dê bihayên petrolê bilind bike.

Serok Trump bang li wan welatan kir yên ku sektorên wan ên enerjiyê bi ewlehiya Tengava Hormuz ve girêdayî ne, da ku hewlên xwe ji bo parastina wê navenda giring bikin yek.

XS
SM
MD
LG