Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy ser zêdebûna êrîşên li bakurê welêt bang li hevbendan kir ku pirtir firokên cengê û çekên berevanîya esmên bişînin.
Zelenskyy di hevpeyvîneke taybet de ji AFP’ê re got ku Rûsya hefteya borî dest bi êrîşên li Kharkivê kiriye û dîyar ku jibo parastina enîyan pêdivîya wan bi sîstemên berevanîya esmên heye û bi tenê parek ji çar parên hewcdarîyên wan di destê wan de hazir in.
Wî dîyar kir ku yekîneyên Ukrayna hêzên Rûsî yên li nav axên welêt 5 heta 10 kîlometre pêşve çûne sekinandin, lê hişyarî da ku dibe ku ew pêla pêşî ya hêzên Rûsî be.
‘’Ez nikarim bibêjim ku Rûsya serketineke mezin bi dest xwe xistiye, lê divê em hişyar bin û bibînin ku ew ber bi kûrahîya welatê me ve pêşve diçin.’’
Wî dîyar kir ku herêma Kharkivê di bin kontrola wan de ye, lê hîn îstiqrar çênebûye.
Zelenskyy da zanîn ku jibo hêzên wan tayên yekîneyên Rûsî bin divê bi qasî 120-130 firokên F-16 yan firokên din yên pêşketî di destên wan de bin.
Wezareta Berevanî ya Rûsya îro Şemîyê ragihand ku kontrola gundekî Vovchansk ya Kharkivê ketiye destên hêzên wê.
Wê wezaretê dîyar kir ku gundê Starytsya di destê hêzên wê de ye û hêzên wê pêşketina xwe didomînin.
Walîyê Kharkivê Oleh Syniehubov dîyar kir ku ji destpêka êrîşên hêzên Rûsî ve, ku 10 Gulanê destpê kiribû, bi qasî 10,000 kes ji herêmê derketine.
Syniehubo da zanîn ku li Vovchanskê pevçûnên giran dewam dikin û li wir bi tenê 100 kes mane.
Karbidestên Ukraynî ji Vovchanskê, ku 5 kîlometreyên nêzî sînorê Rûsya ye, bi qasî 8,000 kes sîvîl derxistin.
AFP ji zarê Enstîtuya Lêkolînên Şer ragihand ku hêzên Rûsî 9-15’ê Gulanê 278 kîlometrekare xistiye bin kontrola xwe ku ew ji dawîya 2022’yan vir ve destketina wî ya herî mezin e.
Serokê Rûsya Vladimir Putin do Înê di serdana Çînê de got ku ew jiber êrîşên Ukrayna yên li herêmên sînor diçin Kharkivê.
Putin dîyar kir ku ew dixwazin herêmeke tampon çêkin û got ku ti plana wan tuneye ku ew Kharkivê, ku bajarê mezin yê Ukrayna yê duyê ye, bi dest xwe xin.
Wî got ku wan berê jî bi awayekî zelal gotiye ku ger şer wisa bidome ewê pêdivîya wan bi herêmeke tampon hebe.
Serokê Rûsî dîyar kir ku hêzên Rûsya her roj li gor planê pêşve diçin.
Jêder: AFP, Reuters