Hêzên Ukraynayê 28 ji 29 balafirên bêpîlot ên ku ji aliyê hêzên Rûsî ve hatibûn bikaranîn di êrîşeke bi şev de li ser 7 herêman xistin xwarê, hêza hewayî ya Ukraynayê roja Sêşemê di daxuyaniyekê de got.
Walîyê herêma Kharkiv ya Ukrayna îro Sêşemê ragihand ku Rûsyayê
Şeva bor bênavber herem bomberan kiriye.
Artêşa Ukrayna jî ragihand ku berevanîya esmanî ya welat, di êrîşeke bi şev de li ser 7 herêman 28 ji 29 dronên Rûsî xistin xwarê.
Walî Oleh Syniehubov û wezareta nvxweyî ya Ukrayna dîyar kirin ku di êrîşa dronî ya Rûsan li ser Kharkivê de, 4 mal, 25 qamyon û otobus zarar dîtin û 5 kes jî birîndar bûne.
Syniehubo hevdem got ku serê sibê jî Rûsan bi êrîşeke mûşekî binesazîya veguhestinê ya bajer kirine armanc ku du kesên din birîndar bûne.
Serhiy Lysak, walîyê herêma Dnipropetrovsk, got ku bermahiyên dronê ku hatine xistin, zarar dane avahîyên bazirganî, lê ti ziyanên canî çênebûye.
Li gorî daxuyanîya artêşa Ukrayna, 3 dronên keşfê yên Şahed li herêma Khersonê hatine xistin û 14 dronên din jî li herêma Odesayê hatine xistin.
Hat ragihandin ku droênên mayî herêmên Mykolaiv, Cherkasy û Kirovohrad kirine armanc.
Êrîşên dawî piştî banga Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy hatin; ku ji hevbendên Ukrayna xwest ku pirtir alikarîya sîstemên berevanîya esmanî û dronên şer yên nû bişînin.
"Mixabin, cîhana azad di van her du karan de hîn ne kêrhathaî ye. Lê hîna jî perspektîfek me û xebatên me yên bo siberojek hevpar hene- û em her tiştî dikin da ku roj were ku em karibin hêza 'mûşeka Patriot' li herêmên xwe yên rojhilat, bajarên xwe zêde bikin - wek li Kharkiv, Sumy û yên din," wî got.
Wezareta berevanîyê ya Rûsya jî ragihand ku berevanîya esmanî ya Rûsî mûşekek rênîşander û 2 dron li ser herêma Belgorod û droneke din jî li ser herêma Kursk yên Ukraynî têk birine.
Walîyê herêmê yê Belgorodê Vyacheslav Gladkov got ku dronek Ukrayna li otomobîlekê ket û herî kêm kesek hatiye kuştin.
Ji alîyê din ve,wezîrê berevanîya Amerîka Lloyd Austin û zêdetirî 50 berpirsên berevanîyê yên ji Ewrupa û seranserî cîhanê do Duşemê civîyan da ku hêvrêzîya piştgirîya leşkerî ji Ukrayna re binirxînin, dema şer li herema Kharkiv dijwar dibe.
Austin got ku civîna Duşemê rastî "demeke girîng tê" hatiye û soz da ku wê "heft bi hefte" çekên Amerîkî were şandinê Ukrayna.
Kongresa Amerîka û Serok Joe Biden di dawiya Nîsanê de, jibo Ukrayna pakêtek alîkarîyê ya 61 mîlyar dolaran pejirand; piştî ku jiber girjeya siyasîya navxweyî bi mehan ji Kongresê derbaz nebû.
Rûsya wê demê de, dagirkirina Ukrayna tund kir, bi taybet bi şerê li Kharkivê.
Austin do got ku pakêta herî dawî ya alîkarîyê ya Amerîka, li Kharkiv û heremên din piştgirîya hezên Ukrayna bike ku ew dijî Rûsya şer bidomînin.
"Me jixwe gelek pêdivîyên Ukrayna yên girîng radest kirine, û gelek zêdetir alîkarî di rê de ye. Di nav wan de cebilxaneyên jibo sîstemên berevanîya esmanî yên NASAMS û Patriot, yên jibo HIMARS, mûşekên dijî-firokeyê Stinger, û sîstemên dijî-zirxî yên Javelin û AT-4 hene, "Austin got.
Jêder:VOA