Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîşa Mûşekî ya Rûsan de 3 Ukraynî li Kharkivê Hatine Kuştin


Avahîyeke niştecihbûnê ya ku jiber êrîşa Rûsî hilweşîye Kharkiv,Ukrayna, 6 Îlon 2022.
Avahîyeke niştecihbûnê ya ku jiber êrîşa Rûsî hilweşîye Kharkiv,Ukrayna, 6 Îlon 2022.

Karbidestên Ukrayna îro Sêşemê ragihandin ku di encama êrîşên roketî yên hêzên Rûsî de li herêma Kharkiv 3 kes hatine kuştin.

Walîyê Kharkiv Oleh Synehubov da zanî di êrîşên Rûsî yên li taxa pîşesazî, avahîyeke du qatî zarar dîtiye û avahîyeke niştecihbûnê ya taybet ku jinek 73 salî tê de dima, hilweşîyaye û ev jin mirîye.

Oleh Synehubov herwiha got ku li gundê Zolochiv, li bakurê Xarkovê jî di encama topbaranên Rûsî de 2 kes mirine

Kharkiv, bajarê duyê yê herî mezin yê Ukrayna û nêzî sînorê Rûsya ye û ji destpêka dagirkerîya Moskow wir ve di bin topbarana berdewam de ye.

Ji alîyê din ve sere sibeha îro li seranserê Ukrayna hişyarîya êrîşa esmanî hat dayîn û karbidestan ragihandin ku li herêma Dnipropetrovsk teqîn pêk hatine.

Rûsya armanckirina sivîlan red dike û dibêje ku ew li Ukrayna operasyoneke leşkerî ya taybet dimeşîne.

Lê, Ukrayna û welatên Rojavayî tevgera Rûsya wek dagirkirinê dibînin.

XS
SM
MD
LG