Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Harris jibo Gaza Banga Agirbesta Demûdest Dike


Cîgira Serokê Amerîka Kamala Harris roja Yekşemê jibo Gaza banga agirbesta demûdest kir.

Harrris got ku gava ew li mezinahîya trajedîya li Gaza dinêrin ew dibînin ku divê agirbest demûdest were ragihandin.

Harris dîyar kir ku mirovên li Gaza jiber birçîbûnê dimirin.

‘’Rewş ne rewşeke mirovahîyê ye û mirovahîya me ya hevbeş me dide zorê ku em dest bi tevgeran bikin. Hikûmeta Îsraîlê jibo pirtir alîkarî herin divê pirtir gavan biavêje.’’

Amerîka û Urdunê roja Şemîyê bi operasyoneke hevbeş 38,000 xwarin avêtin beravên Gaza.

Karbidestekî payabilind yê Amerîka got ku ew alîkarîyên bi rêka esmên wê beşeke hevkarîyên domdar yên jibo Gaza bin ku bi hevbendên navneteweyî re têne meşandin.

Sazîyên alîkarîyê dibêjin alîkarîyên ji esmên têne avêtin çareya dawî ye ku li gor wan ew rêk biha ye, lihevketî ye û ji alîkarîyên kamyonan kêmtir dimîne.

Banga Harris ya jibo agirbestê li berî civîna li Qesira Sipî ya endamê kabîneya şer ya Îsraîlê Benny Gantz rast hat.

Harris li Selma got ku divê gefên Hamasê yên dijî gelê Îsraîlê dixwe biqedin.

Karbidestekî Qesira Sipî dîyar kir ku çaverê ye civîn ser kuştîyên sîvîl yên Filîstînî, agirbesta demkî, alîkarîyên jibo herêmê û berdana rehîneyan be.

Wî karbidestî got ku wê Harris fikarên ser ewlekarîya 1,5 mîlyon mirovên li Refahê bibêje û mafê Îsraîlê heye ku dijî gefên terorê yên Hamasê berevanîya xwe bike.

Gantz bi daxuyanîyekê piştrast kir ku ewê bi Harris, Şîretvanê Ewlekarîya Neteweyî yê Qesira Sipî Jake Sullivan û endamên Komarî û Demokrat yên Kongresê re bicive.

Jêder: AP, AFP, VOA

XS
SM
MD
LG