Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Meheke Rûs ji Khersonê Vekişyane, Lê Hêjî Jiyana Neasayî Didome


Malbatek di mala xwe ya bêserûber de li gundewarên Pravdyne, li Kherson 6/12/2022
Malbatek di mala xwe ya bêserûber de li gundewarên Pravdyne, li Kherson 6/12/2022

Îro Yekşemê tam dibe mehek ku hêzên Rûsî ji bajarê Khersonê yê Ukraynayê û navçeyên derdorê vekişyane, piştî 8 mehan ji dagirkirinê, lê jiyan li bajêr hîn jî asayî nebûye.

Ev di demekê de ye, ku zêdetir ji 1.5 milyon kes li bajarê Odessa, li başûrê welêt, piştî êrîşa bi şev ji aliyê "dronên xwekujî" yên Rûsyayê ve, ji ber birîna elektrîkê di di nava tariyê de mane.

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky diyar kir ku piştî êrîşa bi şev ya firokên bê firokevan yên Îranê Odessa û bajar û gundên din yên herêmê ketine di nava tariyê û wiha got: "Niha li herêma Odessa zêdetirî milyon û nîv kes bê eketirîk in."

Herwiha şêwirmendê serokatiya Ukraynayê Kyrylo Tymoshenko li ser hesaba xwe ya Telegramê got: "Bajar niha bê elektrîk e."

Lê wî da zanîn ku binesaziya bingehîn bi taybetî nexweşxane û beşên zarokbûnê hêjî elektirîk heye û wiha got: “Rewş hîn dijwar e, lê di bin kontrolê de ye.

Û li Kherson, Rûsan, piştî vekişînê, her cûre xefik û mînên kujer hiştine, di heman demê de topxaneyên wan bombebarana ser bajar ji cihên nû li seranserê çemê Dnipro didomînin, li gorî Associated Press (AP).

Elektrîka bajêr ne berdewame, lê av gihîştiye piraniya taxên bajêr.

Hewldanên dijwar yên ji bo peydakirina hestek normalbûnê, mîna paqijkirina kavil û mayinên ku Rûsan li paş xwe hiştine, di hewaya dijwar a zivistanê de berdewam dikin.

Karbidestên li bajêr destnîşan dikin ku ji sedî 80 yê rûniştvanên Khersonê yên berî şer ku bi qasî 320,000 kes bûn reviyane piştî dagirkirinê ji hêla Rûsya ve, bajêrê ku piştî êrîşên destpêkê yên 24ê Sibatê bi çend roja ji hêla Rûsyave hatbû dagîr kirin.

Tevî ku nêzî 60,000 - 70,000 kes mane, bajar niha bajarekî helametan û wêranbûye. Yên ku li bajêr mane jî ji tirsan de nikarin li kuçe û kolanan bigerin, ew tenê di malên xwe de mane.

Li navçeya Bereslavsky ya Khersonê, rêyeke sereke ji hatinûçûnê hatiye qotkirin û li ser nivîsî ye, hişyar bin "Li pêşiya we herêmeke mayînkirî heye" û rêya peyayan ber bi rêyeke biçûk ve hatîye veguhestin.

Ya rastî jî ev rêya sereke ya ku hatîye mayinkirin heta nihe bûye sedema mirina leşkerên ku mayînan radikin.

Berî çend hefteyan, çar efserên polîs li wir hatin kuştin, di nav de berpirsê polîsê bajarê Chernihiv yê bakurê Ukraynayê, ku hatibû ji bo alîkariya Kherson ji bo vegerandina jiyana normal.

Rewşa Herî Xerab ya Qutbûna Elektirîkê

Kîev roja Înê destnîşan kirbû ku başûrê welêt yê ku şerî wêrankirî, di nav de Odessa, piştî êrşîşên Rûsya rastî qutbûna herî xirab ya elektirîkê hatîye, bi taybet piştî gera dawî ya êrîşên Rûsyayê li ser tora elektrîkê ya Ukraynayê.

Li gor Ajansa France Press ê, Rêveberiya enerjiyê li herêmê hişyarî da ku "serûberkirina ziyanên piştî êrîşa roja Îniyê dibe ku hefteyan yan jî dibe heta sê mehan bidome".

Herwwiha li gorî Reutersê, ji meha Cotmehê û vir ve, Moskow binesaziya enerjiyê ya Ukraynayê bi zincîre êrîşên bi mûşek û firokeyên bêfirokevan kiriye armanc.

Kîev dibêje ku Rûsyayê bi sedan firokeyên bêfirokevan yên Îranê ji cûrê Shahed-136 avêtine ser armancên li Ukraynayê, ku êrîşan wek tawanên cengê tên binav kirin ji ber bandora wan ya wêranker li ser jiyana sivîlan, di heman demê de Moskow dibêje ku êrîş "ji aliyê leşkerî ve rewa ne".

Roja şemiyê, Wezareta Berevaniya Birîtanya baweriya xwe derbirî ku piştevaniya serbazî ya Îranê ji Rûsyayê re di mehên bê de, di nav wan de radestkirina mûşekên balîstîk, dê zêdetir bibe.

Li gorî Reutersê, Odessa, bajarê benderê yê herî mezin yê Ukraynayê, ku xwecihên wê zêdetirî yek mîlyon kesan bû berî êrîşa Rûsyayê di 24ê Sibatê de.

Li gorî ajansa France Pressê, bendera Odessa ya Deryaya Reş ji bo gelek Ukraynî û Rûsan cîhek bijare bû ku demên xwe yên bêhinvedanê li wir derbas bikin berî destpêkirina êrişên Rûsyayê bo ser Ukraynayê.

XS
SM
MD
LG