Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kherson Dê Dest bi Karanîna Rubleya Rûsya Bike


Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku herêma Kherson ya li başûrê Ukrayna dê ji 1’ê Gulanê pê ve rubleya Rûs bi kar bîne.

Reutersê ew agahî ji zarê ajansa nûçeyan ya Rûs, RIA ragihand.

RIA ji zarê karbidestên Rûs da zanîn ku dê dirava fermî ya Ukrayna, Grivna jî heta çar mehan tevî rubleya Rûs were karanîn.

Rûsya roja Sêşemê dabû zanîn ku hêzên wê temamê Khersonê bi dest xistine ku ew herêm jiber girêdana Nîvgirava Qirim û bajarên cudaxwaz cîhekî stratejîk e.

Karbidestên Ukrayna dibêjin ku Rûsya bo Khersonê bajarvanê xwe erkdar kiriye.

Şerê Rûsya û Ukrayna di 24’ê Sibatê destpê kir. Kherson ji wê çaxê vir ve bajarê mezin yê pêşî ye ku ketiye destên hêzên Rûsya.

XS
SM
MD
LG