Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Foruma Civakî ya Mezopotamyayê li Dîyarbekirê


Foruma Civakî ya Mezopotamyayê li Dîyarbekirê
Foruma Civakî ya Mezopotamyayê li Dîyarbekirê

Foruma Civakî ya Mezopotamyayê di navbera 21- 25’ê îlonê li Dîyarbekirê li kampusa Sumerparkê pêk hat. Foruma îsal bi slogana “Ji bo mirovahiyê li hemberî kapîtalîzm û metîngeriyê wê azadî serbikeve” hat lidarxistin. Ji 20 welatan bi sedan kes tevli forumê bûn.

Di forumê de li ser Rojhilata Navîn, serhildan û pêşeroj, mafên mirovan, hawirdor û ekolojîyê û gelek mijarên din panel hatin lidarxistin.

Di forumê de li 5 salonên cuda, panel, atolye, lihevcivîn û forumên biçûk jî hatin lidarxistin. Her wiha di çarçoveya forumê de li ser mijarên “Ekolojî, ziman û koma mafên kollektîf kon hatin vekirin. Dîsa di heman çarçoveyê de pêşengehên resim, belgefîl û şano jî hatin nîşandan.

Li ser mijarên cuda pêşengehên fotografan jî di nava dehan bizavan de bun rengek cûda.

Pêşengeha fotografan ya hunermend Mehmet Masum Suer, ji dîmenên ji bajarên herêmê û keleopra Kurdan pêk tê.

Pêşangeha Weysi Altay ya fotografan bi navê "Em in yên winda" ya ku têkoşîna Dayîkên Şemiyê ya 16 salan in ku li ber Amadeyiya Galatasarayê vedibêje hate vekirin.

Pêşengehên ku rastê elqeyek mezin hatin, heta dawîya Foruma Civakî ya Mezopotamyayê dê bidomin.

XS
SM
MD
LG