Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Gundîyên Roboskê ji Hikûmetê Dixwazin ku Sûcdaran Eşkere Bike


Malbatên qurbanîyan
Malbatên qurbanîyan

34 gundîyên Şirnexî, ku di bomberana firokeyên cengê da jîyan xwe jidest dan, xelqê sê gundên nêzî hev bûn û tev jî xizmên hevdû bûn. Gorên qûrbanîyan li jora gundê Bêcih (Gulyazı) hatine defin kirin.

Di bombebaranê da kurê xatîka Lale, Şervan Encû yê 18 salî jî jîyana xwe jidest dide. Telefon û wêneyê kurê wê di destê wê de dibêje "madem ku kaçaxî karekî qedexe ye, çima lawê min negirtin, ew nekirin hepsê, çima ew kuştin?"

Ozcan jî 16 salî bû. Dayika wî Tirkan neynika lawê xwe danîye ser kelêka wî û dibêje "min Ozcanê xwe pir hez dikir."

Servet Encû ji bomberanê xelas bûye û hewarê gihandîye gundîyan. Servet dibêje berîya vê bûyerê her roj, 100- 200 hêstir diçûn kaçaxvanîyê û heta neha kesî rojekî jî rêya wan nebirîye. Servet dibêje ev ne karê kaçaxîyê ye, karê feqîrî û belengazîyê ye.

Piştî bûyerê, hikûmeta Tirkîyeyê dîyar kir ku jibo her ferdekî ko hatîye kuştin, dê 150 hezar TL tezmînat dê bê dayîn. Cigirê Serokwezîrê Tirkîyeyê Beşir Atalay, çend roj berê ragihandibû ku di demeke kurt de dê ew tezmînat bê dayîn. Lê, Servet Encûjî wekî malbatan dibêje, dewlet dixwaze bi tezminata diravî ser bûyerê bigire.

Malbat, ji tezmînatê zêdetir dixwazin çavkanîya îstîxbaratê û ka emrê êrişê daye, bê eşkere kirin.

Jibo guhdarîkirina vê raportê, ji kerema xwe re fayla dengî li destê rastê klîk bikin

XS
SM
MD
LG