Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hunermendên Kurd Çûn Sersaxîya Malbatên Roboskê


Hunermendên Kurd Çûn Sersaxîya Malbatên Roboskê
Hunermendên Kurd Çûn Sersaxîya Malbatên Roboskê

Di 28‘ê Kanûna 2011’ê de bi êrîşa du firokên cengî yên Tirkîyê, li Roboskê ya gundê Qilabanê (Uludere) ya bajarê Şirnêxê 34 gundîyên Kurd kuştin. Ev êrîşa ku gelek deng veda, ji alîyê hikûmeta Tirkîyê weke şaşitîyeke operasyonê hate binav kirin. Dike mehek di ser bûyerê de derbaz bibe, lê ev bûyer êdî pir zêde di rojeva Tirkîyê da cîh nagire.

Hikûmetê ragihand ku jibo qûrbanîyan dê tazmînata diravî bide, lê sîyasetvanên Kurd dîyar dikin ku hikûmet bi tazmînatê dixwaze ser bûyerê bigire û bide jibîrkirinê.

Piştî bûyerê, gelek kes jibo sersaxîyê û serdana malbatan diçine gund. Hefteya borî, şandeyeke rûspîyên Alevîyan û nûnerên sazîyên sivîl li Roboskê bûn. Vê heftê jî bi pêşengîya derhênerê sînemayê Bulent Gunduz ku ji bo sersaxîyê ji Fransa’yê hat, bi grubek hunermend û rojnamevanan re çûn ser gorên qûrbanîyan û sersaxî dan malbatan.

Derhênerê ciwan dide zanîn ku li gund bang li rewşenbîr û hunermendan kirine ku mehê carekî şandeyan bişînin gund û bûyerê her di rojevê da bihêlin da ku berpirsên vê bûyerê werin ceza kirin.

Derhênerê Kurd Kazim Oz dibêje rewşa dawî ya navbera Kurdan û dewleta Tirkîyê tesîra xwe li ser vê bûyerê jî kirîye, lewma jî ev bûyer nema di rojeva Tirkîyê de maye.

Lîstikvanê sînemayê Nazmî Qirix jî dibêje, jiber ku yên ku hatine kuştin, Kurd in, ev bûyer pir zêde di rojeva Tirkîyê de cîh negirtîye û tê xwestin ku were jibîr kirin.

Jibo guhdarîkirina vê raportê, ji kerema xwe re fayla dengî li destê rastê klîk bikin.

XS
SM
MD
LG