Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Yarmetîya Dezga Xêrxwazî ya Barzanî jibo Wanê


Yarmetîya Dezga Xêrxwazî ya Barzanî jibo Wanê

23 Cotmehê û 19 meha Mijdarê, li Wan û derdora wê du erdhêjên mezin pêk hatin ku di encamêda 644 kes mirin û bi hezaran kes jî birîndar bûn. Piştî erdhêjê bi dehhezaran xanî û avahî xisar dîtin û îro tu Wanî nikarin xanîyên xwe bikar bînin. Jiber erdhêjê bi dehan hezar şênî bê mal man û neha mecbur in ku di vê çilê da, din bin berf û bahozan jîyana xwe di çadiran de derbas bikin.

Jiber şertên dijwar ên zivistanê û bi sedan lerzeyên ku hê jî Wan’e dihêjîne, bi dehhezaran depremzede, ji bajarê xwe koç dikin û berê xwe didin bajarên xerîb. Li gorî daneyên ne fermî heta îro ji sê kesan yek yanî nêzîkê 350 hezar şênî ji bajêr koç kirine. Piranîya kesên ku koç dikin diçin Mêrsîn, Îstenbol, Îzmir, Dîyarbekir’ê.

Gelek lojman û avahîyên sazîyên dewletê yên lig elek bajaran, jî jibo depremzedeyan hatin tahsîs kirin da ku heta havînê dikaribin têda bisitirin. Jibo çundina van bajaran jî heta neha 70 hezar kes navên xwe li Navenda Lêkolîn û Pêkanîna Rêveberiya Karesatê (AFAD) niivîsandine û li hêvîya dora xwe ne. Hêjayê gotinêye ku her roj 2500 kes ji Wanê koçê bajarên dinê dikin. Malbatên ku navê xwe li AFAD’ê nivîsandine Her roj bi otobêsan diçin bajarên wekî Îstanbol, Îzmir, Konya, Antep, Adana, Bursa, Mersin Adana.

Jibo depremzedeyan alîkarî hê jî dewam dikin lê alîkarîya herî mezin jibo Wanîyan ewe ku stareka wan hebe û bi malbatî dikaribin têde bijîn. Jiber vê rewşê jî alîkarîyên ku neha tên kirin piranîya wan ji malên prefabrîk, bettanî û çadiran pêk tên. Hikumeta Federal a Herêma Kurdîstanê jî destê xwe ji Wanîyan re dirêj kir û roja sêşemê 19’ê Mijdarê, konvoyeka yarmetîyê ku ji 113 tiran pêk tê, gihandin Wan’ê. Hêjayê gotinêye ku di konvoyê de tevî gelek alavên yarmetîyê, 220 malên prefabrîk jî hene.

Ev alîkarîya ku ji Herêma Kurdistanê hate Wanê, ji alîyê Dezga Xêrxwazî ya Barzanî ve hatîye organîzekirin. Berpiresê konvoyê Bayar Ahmedî destnîşan kir ku di dema êrîşa kimyasala Helepçê de Tirkîye derîyê xwe li 500 hezar Kurdan vekiriye û kurdên Bakur jî biratîyeka mezin nîşanê wan dane. Birêz Bayar da zanîn ku îro jî dora alîkarîyê hatîye wan da ku dikaribin bireatîyê nîşan bidin.

Nûnerê Buroya Kurdistan TV ya Dîyarbekirê Rojnamevan Mehmet Eren di derbarê alîkarîya Dezga Xêrxwazî ya Barzanî de jibo guhdarên Dengê Amerîka yê da zanîn ku yarmetî bi protokelkî teslîmê Walî û şaredarê Wanê kirine û bi vê yarmetîyê dixwazin gundekî ku 400 prefabrîkan pêk tê ava bikin bi navê dezgê.

Bi sedan malbatên Wanî hatin Dîyarbekirê jî. Ji alîyê şaredarîyên Dîyarbekirê û xêrxwazan, xanîyên vala tên peyda kirin da ku depremzede dikaribin têda bicîh bibin. Sevîm û Harûn xuşk û bira ne û jibo ku jixwe re xanîyek peyda bikin da ku şeş xuşkên xwe yên biçuk bînin ba xwe û bidine xwendinê, hatine Dîyarbekirê. Sevîm dibêje ku erdhêja felaketeka mezin bû lê felkate jê mezintir koçkirina ji Wan’ê ye. Sevim dide zanîn ku jiber metirsîya mirinê bilî kal û pîran, kêm ciwan mane li bajêr. Keça Wanî dibêje koç kirin û xerîbî pir zehmet e, lê îro malekî ku dikaribin xwe têda bihewînin jî nemaye li pey wan.

Birayê Sevîm Harûn jî dibêje “ berê ez difikirîm ku harim Avrupayê lê neha ev koçberîya mecburmayî derseka mezin da min û ez di heyatêda nikarim destê xwe ji welatê xwe bikim. Harûn dibêje kînga be jî ewê vegerin bajarê xwe.

XS
SM
MD
LG