Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kar û Xebatên Civakî di Çadiran de


Kar û Xebatên Civakî di Çadiran de
Kar û Xebatên Civakî di Çadiran de

Piştî erdhêja Wanê xeynî bajarokên çadiran yên ku ji alîyê Walîtîya Wanê hatine saz kirin, ji alîyê şaredarîyê jî gelek xizmet tên kirin. Jibo 29 taxên bajêr ji alîyê şaredarîyê li şeş mintiqeyan, navend hatine sazkirin. Li navendên ku bi çadirên mezin an konteyniran hatine sazkirin, xizmetên saxlemîyê, xwaringeh, cîhê cilşûştinê, kona perwerdehîyê jibo zarokan û konên dildaran hene. Li van navendan tevekî xizmet bi dildarî tên birêvebirin. Ji bo vê jî ji çar alîyê Tirkîyê, ciwanên dilsoz tên û her yek li gora xwe destê xwe davêje karekî.

Her roj sê dan jibo 15 hezar kesî xwarin tê belav kirin. Herwiha ji alîyê rêxistinên saxlemîyê weke sendîkaya kedkarên saxlemîyê û yekîtîya tabîbên Tirk xizmetên saxlemîyê jî tên dayîn. Doktor Ferhat Bingol jî ji Colemêrgê hatîye û jibo çend rojan bi dilsozî dişixule. Doktor qala rewşa saxlemîyê dike. …

Doktor dibêje rojên ewil 500-600 nexweşan muayne dikirin lê neha ev hejmar daketîye 150-200’an. Doktor dibêje Serma girtin, navêş û nexweşîyên jinan herî zêde ne û dibêje pirsgirêkê jinan zêde ne.

Kona herî xweş jî ya zarokan e ku her roj di navebra saet 9 û 15’an de, muzik, resim û bi lîstokan dixwazin ku bandora xerab ya erdhêjê ku li ser derûnîta wan çêkiriye, hinek sivik bikin.

Li Wanê jîyan di çadiran de derbas dibe wekî gelek xebatan, karê rojnamegerîyê jî da çadiran de tê kirin. Kareba û internet piştî erdhêjê jibo Wanê belaş e. Lewma jî xizmetên bi vî rengî neha bênavber bi hêsanî tên kirin. Xebatên rojnama herêmî ya binavê îpek Yolû jî di çadirê de dewam dike. Xwedîyê rojnamê Cengiz Aslan dibêje ku her roj 500 hejmar rojname derdixin.

Li çar alîyê bajêr bi hezaran avahî xisar dîtne û ên ku kontrola wan hatine kirin û biryara xerakirina wan derketine, hêdî hêdî tên xerakirin. Lewma jî li her derî mirov rastê dozeran tên ku avahîyên bixisar tên xerakirin û bi sedan avahî jî di dorêdane ku werin xerakirin. Ev xebat bixwe jî dê wextek gelek dur û dirêj bajo. Mirov dikare bêje ku Jibo Wan careke din ava bibe hêdî hêdî tê xerakirin.

Herçiqas kuçe û kolanên Wanê ji mirovan xalî bûbin jî kesên ku li Wanê dijîn, di wê bawerîyêdane ku havînê dema ku rewşa hewayê baştir bû, ên ku çune dê vegerin . Lê wusa xuyaye ku bajarê Wanê derba erdhêjê dê zu bi zu nikaribe jiser xwe bavêje.

XS
SM
MD
LG