Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kongreya AKP’ê li Enqerê Pêk Hat


Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan û hevjîna wî, Emîne, li kongreya AKP'ê.
Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan û hevjîna wî, Emîne, li kongreya AKP'ê.
Kongreya çarê ya Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) Roja Yekşemê li Enqerê pêk hat.

Serokê Herêma Federal a Kurdistanê Mesud Barzanî, Serokkomarê Misirê Muhammed Mursî, Serokwezîrê berê yê Almanyayê Gerhard Schröderi, serokê Hemasê Xalid Meşal û nêzî 100 siyasetvanên welatên cuda jî beşdarê kongreyê bûn.

Recep Tayyîp Erdogan di derbarê çareserkirina pirsgirêka Kurd de bang li gelê Kurd kir da ku li hemberê bizavên PKK’ê derkevin.

Serokwezîrê Tirkiyê hevdu hemêzkirina parlameterên BDP’ê û serhildayên PKK’ê bibîr xist û weha bang li gelê Kurd kir “ Ji îro û pê ve ez dixwazim bi birayê xwe yên Kurd re rûpeleke nû vekim. Me hetan îro bi sedan gav avêtin, îca em jî ji birayên xwe dixwazin ew jî gavek ber bi me ve bavêjin û ji terorê re bêjin êdî bes e! Ew şideta ku 30 salin didomînin ji xisarê pêştir tiştek neda, partîya wan jî bi zimanê şer diaxive, em bi zimanê biratîyê diaxvin, werin em bi hev re vê meselê çareser bikin, bi ew kesên ku teroristan hemêz dikin re na.”

Ji alîyê din ve, hevserokê BDP’ê Selahattin Demîrtaş destnîşan kir ku beşdarbûna Serokê Herêma federal a Kurdistanê Mesûd Barzanî ya kongreya Partîya Dad û Pêşvebirinê li gel miletê kurd nerazîbûnek çêkiriye. Sîyasetvanê kurd da zanîn ku 15 roj şûnda kongreya partiya wan jî heye û jibo beşdarîya kongreyê ji PDK’ê û YNK’ê hêviya eleqeyeka mezin in.

please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG