Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

BDP û KCD Xwe ji Hevdîtinên bi Hikûmetê re Vekişandin


Hevserokê Partîya Aştî û Demokrasîyê (BDP) Selahattin Demîrtaş û Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Ahmet Turk, di roja 62'yan ya gereva birçîbûnê de, serdana parlamenterên Kurd kirin ku li Dîyarbekirê di grevê de ne.

Selahattîn Demîrtaş got "em gotinên serokwezîr qebûl nakin ku dibêje “girtî şov dikin”. Serokwezîr dixwaze vê grevê bê rûmet bike."

Hevserokê BDP'ê destnîşan kir ku di derbarê grevê û daxwazên girtîyên Kurd de, heta îro 10 caran bi hikûmetê re hevdîtinan kirine.

Selahattîn Demîrtaş got ji îro pê ve BDP û KCD alîyên vê grevê ne. Ger hikûmet bixwaze vê meselê çareser bike, divê ji îro pê ve bi girtîyan re rûnê, ne bi BDP û KCD'ê re. Hevserokê BDP'ê bang li girtîyan kir ku dawî li grevê bînin.

Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk jî destnîşan kir ku gotin û helwestên serokwezir nîşan dide ku ew dixwaze girtîyên ku di grevê de ne, bimirin. Sîyasetvanê Kurd got "Me, tiştên ku ji destê me hatin kirin, lê hikûmetê bersîveke erênî neda me."

Hevserokê KCD'ê got, ku ev grev bi mirinan encam bibe, webalê wan û berpirsîya vê pirsgirêkê dê li sitûyê serokwezîr Erdogan de be.

please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG