Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Akademîya Mafên Mirovan li Dîyarbekirê Hat Vekirin


Di çarçoveya bizavên Hefteya Mafên Mirovan de, ji alîyê Komeleya Mafên Mirovan (IHD), li Dîyarbekirê “Akademîya Mafê Mirovan” hat vekirin.

Serokê IHD’ê yê Şaxa Dîyarbekirê Racî Bilicî got “hemî berevankarên mafên mirovan hêvî dikin ku rojek were û binpêkirina mafên mirovan bi dawî be, lê mixabin binpêkirinên mafên mirovan her ku diçe zêde dibin.”

Serokê Giştî yê IHD'ê Ozturk Turkdogan jî destnîşan kir, li vê akademîyê mafên zimanê dayikê jî tê de, li ser hemî mafan wê ders were dayîn.

Bajarvanê Dîyarbekirê Osman Baydemîr jî dîyar kir ku walî, qeymeqam, şaredar, midurên emnîyetê, hemî rêvebir divê perwerdeya mafên mirovan bibînin da ku mafên kesî binpê nekin.

Serokê Akademîya Mafên Mirovan Husnu Ondul ji destnişan kir ku wan akademî jibo ku bikaribin baştir mafên mirovan biparêzin, vekir.


please wait
Embed
Raport
by VOA

No media source currently available

0:00 0:06:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG