Cenazeyên sê jinên Kurd yên sîyasetvan ku di 9’ê mehê de li Parîsê hatibûn kuştin, roja Çarşemê êvarê di saet 20:30’an de anîn Dîyarbekirê. Ligel ku sermayek ku di bin sifirê de hebû jî bi hezaran kes li ber balafiregê jibo pêşwazîkirina meytên Sakine Cansiz û herdû hevalên wê amade bûn.
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk Aysel Tugluk li balafirgehê ji rojnamevana re got “divê ew hêz û kesên pişt van kuştinan werin eşkere kirin nexwe metirsî heye ku kuştinkarîyên bi vî rengî li ser siyasetvanên kurd dewam bikin.”
Parlamnenterê BDP-ê yê Wanê Ozdal Ucer jî jibo Dengê Amerika got “ Gelê Kurd ji doza xwe dilsoze, jibo ku ev hersê şehîd jibo doza Kurdan tekoşin kirine nirxê wan li ba gel pir mezine.
Merasîm roja Pêşemê demjimêr 11:00’an de wê destpê bike û paşê termê Sakine Cansiz li Dêrsimê, yê Fidan Dogan li Elbistanê, yê Leyla Şaylemez jî li Mersînê dê bê defin kirin.