Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

“Li Tirkîyê Rêjeya Tundûtûjîya li ser Jinê % 1400 Zêde Bûye”


Navenda Lêkolînê a jibo Pirsigirêka Jinan DİKASUM ku li ser pirsgirêkên jinan xebatan dike, bi lêkolînên xwe yên balkêş balê dikşîne. Herî dawî li ser zewaca ku di temenê zarokatiyê de tê kirin, raporek amade kirin.

Li gorî raporê li herêmê hejmareka zêde yan jinan, di temenên zarokatiyê de zewac kirine. Herwiha tundûtûjîya li ser jinan dike ku bi dehan jin serî li Malên Hewar Gihandinê yên şaredariyan bixin.

Gerînendeya Jin û Malbatê ya Dîkasûmê Ayten Tekeş, jibo gohdarên Dengê Amerîka destnîşan kir ku di sala 2012’an de 218 jin jibo piştgirîya hiqûqî, derûnî û jîyanî serî li wan dane û ev rapor li ser van jinan hatiye amade kirin.

Li gorî raporê % 32.8’’ê van jinan berîya 18 salî zewac kirine. Herwiha % 20’ê wî beriya 18 salîya xwe zarok anîne.

Li gorî raporê % 58 jin rastê tundîya fîzîkî, % 63 rastê tundîya derûnî, % 13 rastê tundîya zayendî, % 16 jî rastê tundiya aborî ten.

Ji vê hejmarê % 52.7 ji hevserê xwe, % 14. 9 ji dê û bavê xwe, % 5.4 jî ji hevalê xwe tundîyê dibînin.

Herwiha ji % 27 vê hejmarê jin di bi xetera kuştinê de ne. Birêz Tekeş ifade kir digel ku tekoşînek berfireh jî tê kirin rêjeya tundûtûjîya li ser jinê her diçe zêde dibe û da zanîn ku li Tirkîyê ev rêje % 1400 zêde bûye.

please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG