Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dr. Celîlê Celîl: Rewşenbîrên Kurdan Hevdu Qebûl Nakin


Profesor Celîlê Celîl û peyamnêra Dengê Amerîka Hatice Kamer.
Profesor Celîlê Celîl û peyamnêra Dengê Amerîka Hatice Kamer.
Dema ku qala çand û dîroka Kurdan tê kirin, bê gûman navên lêkolîner û nivîksarên Kurd yên li Ermenîstanê tên bîra mirov.

Profesor Doktor Celîlê Celîl jî yek ji wan navan e ku bi xebat û lêkolînên xwe yên ser folklor û dîroka Kurdan kirîye.

Birêz Celîl ji Dengê Amerîka re destnîşan kir ku Kurd dîroka xwe bi giştî nizanin, jiber ku di nav Kurdan de profesyonelîyeke ku bingeha xwe ji zanistîyê bigre bicîh nebûye.

Mamostê Kurd dibêje "divê ku Kurd bi profesyonelî diroka xwe bikolin. Jibo wê jî, divê ew zimanên miletên ku li ser erdnîgarîya Kurdan hikum kirine, hîn bibin ku dirokê rast bixwînin."

Dîrokzanê Kurd dîyar dike ku piştî ku sînor ket nav axa Kurdan, hem di warê zimên de, him jî di bingeha têgeha Kurditîyê de perçebûnek çêbû ku êdî rewşenbîrên Kurd dibêjin “Ez Soran im. Ez Kurmanc im.”

Profesor Celilê Celîl rewşenbîrên Kurdan jî rexne dike û dibêje “rewşenbîrên me berhemên hevdu naxwînin û hevdu qebûl nakin. Xwe ji yên din mezin dibinin, loma di nav wan de hevkarî çênabe.”

please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG