Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Têmûrê Xelîl: Li Ermenistanê Miletê Kurd Bûye Sê Çar Parçe


Têmûrê Xelîl
Têmûrê Xelîl
Di sedsala 20’ê de, rola Kurdên Ermenistanê gelek mezin bû di pêşvebirina çand, huner, kultur û zimanê Kurdî de. “Cihê herî baş ku mirov çanda xwe lê pêşve bibe, heta salên 1990’an, Ermenistan bû,” li gorî rewşenbîr û nivîskar Têmûrê Xelîl.

Birêz Têmûrê Xelîl dibêje ku piştî serxwebûna Ermenistanê û hilweşîyana Yekîtîya Sovyetê, piştgîrîkirina rojname, radyo, akadîmî û dersên Kurdî kêmtir bûn.

Di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka, birêz Têmûrê Xelîl got mezintirîn problem ku îro rû bi rûya gelê Kurd li Ermensitanê dibe parçebûna wan e.

Nivîskarê Kurd dibêje “grupa yekemîn, beşek ji Êzidîyan digot em ne Kurd in. Grupa din, hinek Kurdên Azerbaycanê got ku emê Kurdistana Sor dabimezrînin. Beşek din ji Kurdên Ermenistanê dibêjin em Kurdistana mezin çêdikin. Lê belê beşek ji rewşenbîran dibêjin ne Kurdistana li Laçînê em dikarin vegerînin, ne Kurdistana mezin karê me ye, ne jî dibêjin em ne Kurd in.”

Derbarê çalakîyên sîyasî yên Kurdên Ermenistanê, birêz Têmûrê Xelîl dibêje ku sîyaset “wî çaxî çêdibe dema mirov besha axê dike.” Li Ermensitan û welatên din yên Yekîtîya Sovyet ya berê “pirsa sîyasî bilind nebû, jiber ku problemê me yê axê tune bû, parçekê Kurdistanê li wan dera tuneye ku em bi sîyasî bikarbin daxwaza wê yekê bikin.”

Birêz Têmûrê Xelîl dibêje “wextê em sîyasetê bikin, tê wê manayê ku em dixwazin cûda bin. Em ji kê cûda bin? Em ji xwe ne li welatê xwe ne. Em li welatekî ne ku ne Kurdistan e.”

Jibo guhdarîkirina tevaya hevpeyvîna Dengê Amerîka bi birêz Têmûrê Xelîl re, ev fayla dengî kilîk bike:
please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG