Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zubeyde Zumrut: Bêdengîya Cîhanê li Hemberê Komkujîyê Rûreşî ye


25’emîn salvegera Komkujîya Helebçê ji aliyê Paltforma Helebçê bi girseyî hat bibîr anîn.

Di derbarê rojê de daxuyanîyek çapameniyê hat dayîn. Seroka Partîya Aştî û Demokrasîyê ya Diyarbekirê Zubeyde Zumrut daxuyaniyê xwend û bêdengîya welatên cîhanê li hemberê vê komkujiyê weke rûreşî binav kir.

Birêz Zumrut got “di sedsala 20’an de li çar alîye Kurdîstanê, gele Kurd rastê gelek komkujîyan hatin lê Helepçe zilma herî mezin e ku li ser Kurdan hatiye kirin.”

Xanima Zumrut jibo Helebçê got şerma mirovahîyê ya dîrokî ye û bang li Neteweyên Yekbûyî kir da ku Komkujîya Helepçê weke jenosîd qebûl bikin.

Piştî daxûyaniyê li ber peykerê mafê mirovan jibo her qurbanîyek mûmek (şima) hat vêxistin.

please wait
Embed
Raport
by VOA

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG