Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Komisyona Uludereyê: Di Êrîşa Roboskê de “Tu Qesd Tuneye”


Di êrîşa Roboksê de 34 Kurd hatin kuştin.
Komisyona Uludereyê ya Parlamenê di derbarê bombebarana ser 34 qaçaxçîyên Kurd yên Roboskê, rapora xwe temam kir.

Komisyon di raporê de gihiştiye wê encamê ku di bombebarankirina 34 qaçaxçiyên Kurd de tu qesd tuneye.

Di raporê de hatîye destnîşan kirin ku jibo ku ji bakura Îraqê terorist derbasê Tirkîyê nebin, herwiha êrîş pêk neynin, hikûmetê îcaza operasyonên derveyê sînor daye artêşê. Êrîşa Roboskê jî di çarçova vê îcazê de pêk hatîye bi wehma ku pêşî li terorîstan û êrîşên wan bigrin.

Di raporê de hatîye gotin di wan mehan de li gorî îstîxbaratan gelek endamên rêxistina terore bi qefleyên mezin derbasê herêmê bune da ku êrîşan pêk bînin.
Di raporê de cî dane daxuyanîya Fermandarîya Cendermeyann û destnişan kirine du itifarçiyên ku ji PKK revîyane îfde kirine ku di nav qaçaxçîyande şeş endamên PKK’ê hebune. Piştî bombebaranê, du serhida çûne meytên şeş hevalê xwe rakirine û ji sinorê Tirkîyê derbasê Îraqê kirine.

Komisyona Uludereyê di jibo raporê gihiştiye wê encamê ku tu delîlek nehatîye tespît kirin ku bêjin di bûyerê de qesd heye.

Endamê Komisyona Uludereyê, Parlamenetrê BDP’ê Ertugrul Kurkçu ji Dengê Amerîka re got “em dibin ku armanca vê komisyonê ew e ku dixwazin ser rastîyên vê vê qetliamê bigrin. Em raporê bi vî halî qebûl nakin, jiber ku komisyona naxwaze ku encama rast a buyerê bibîbne.”

Ertugrul Kurkçu got “dixwazin ku têkiliya gundîyan û terorîzmê bihevre çekin. Di dimenên heronê de eşkereye ku ew ne teroist in, qaçxçine. Li gorî min bersucê leşkeri yê Serfermandarîya Artêşa Tirkiyê ye, Hikumet jî bersucê siyasî yê vê buyerê ye.”

Ji gundê Roboskê Ferhat Encû jî destnîşan kir wan baweriya xwe wunda kir ji komisyon û parlamenê û êdî hêvîya wan ji komisyonê tuneye ku rastîya vê bûyerê dexin holê.

please wait
Embed
Raport
by VOA

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG