Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Komîsyona Aqilmendan Xebatên Xwe yên Herêmê Didomîne


Piştî kombûna taybet ya Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan bi Komîsyona Aqilmendan re, 63 endamên wê komîsyonê li heft herêmên Tirkîyê xebatên xwe didomînin.

Sekreterê Komîsyona Herêma Başûrê Rohjilata Tirkîyê Mehmet Emin Ekmen ji Dengê Amerîka da dîyar kir ku wan di 11’ê mehê de li Dîyarbekirê dest bi xebata xwe kirine.

Birêz Ekmen got, wan di sê rojan de li bajar bi nûnerên sazîyên sîvîl, partîyên sîyasî, rêxistinên jinan, rewşenbîr û ciwanan, herwiha rûsipîyên bajêr re kom bûne.

Sekreterê komîsyonê got, ew çûne serdana malbata gerîlla û leşkerekî jî ku di encama pevçûnan de hatine kuştin.

Birêz Ekmen ragihand ku gelê herêmê bawer dike ku ev gav dereng maye. Malbat êdî ji şer û pevçûnan bêzar bûne û dixwazin rojeke zûtir aşitî were.

Rêzdar Ekmen herwiha got, gelê herêmê bi qewimandinên xirab û bedelên xwe yên giran, dîsa jî dixwazin hêvîya xwe ya jibo aştîyê hinda nekin nekin û ev pêvajo heta dawîyê bi silametî bidome.

Mehmet Emîn Ekmen da zanîn li gor anketan, % 90'î gel piştgirîya vê pêvajoyê dike û heta neha ew rastî kesekî nehatine ku ji vê prosesê nerazî bin.

Birêz Ekmen zêde kir û got, “Kurdên ku piştigirîya PKK'ê û BDP'ê dikin, ne jibo hedefa pengavê, lê jibo rêveçûna pêvajoyê bi fikar in jiber ku nexşerêyek berbiçav tune ye.”

please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG