Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nazmî Qirix: Divê Lîstikvan Dilnizim Bin


Nazmi Qirix
Nazmi Qirix
Lîstikvanê sînemayê Nazmî Qirix yek ji wan kesan e ku bi şêweya lîstikvanîya xwe him di sînemaya Kurdî de him jî di ya Tirkiyê de aktorek jêhatî û naskirî ye.

Birêz Qirîx li Navenda Çanda Hunerê ya Mezopotamyayê (MKM) dest bi şanoyê kirîye û bi fîlmê “Rêwîtîya Ber Bi Rojê ve” ya derhênera Tirk Yeşîm Ustaoglu dest bi sînemayê kirîye. Hunermendê Kurd heta neha di dehan fîlman de, di rolên sereke de leyîstiye.

Aktorê Kurd herî dawî li Dihokê, di fîlmê Şewket Emin Korkî de leyîstîye . Birêz Qirix da zanîn ku zehmetîyên fîlm û çêkirine li Kurdîstanê mijara fîlmê bûye.

Nazmî Qirix got ya girîng ew e ku lîstikvan dilnizim bin, herwiha pîvana wî ya hunere ew e ku ew herdem pirsen “ez kime, çi dikim û li ku derê me “ jixwe dike.

please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG