Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Roja Dayikan Pîroz Be


Li cîhanê ev roj wekî roja dayikan tê pîroz kirin.

Di şerê nav dewletê û Partîya Karkerên Kurdîstanê PKK de, di nav 30 salan de, 40 hezarî zêdetir gerilla û leşker hatin kuştin.

Di destpêkirina Pengava Çareserîyê de herî zêde gotina ku dihat îfade kirin, rawestandina hêsrên dayikan bû.

Remziye Tekeş (78) du caran xebera kuştina kurê İhsan digre û neha jî nizane ku lawê mirî ye yan sax e.

Kurê Nafiye Ekin jî du salin ji doza KCK di girtîgehê de ye. Dayika ciwan dibêje xelata herî mezin saxî û silametîya zarokê wan in.

Remziye Dag (65 ) jî piştî 24 salan xebera mirina kurê xwe Fexerdin distîne. Kurê wê Halil jî 20 sale di zindanê de ye. Xatiya Remziye dibêje digel hemû jana dilê wê ew dixwaze aşitî were û dilê tu dayikek neşewite.

please wait

No media source currently available

0:00 0:07:19 0:00
Direct link




XS
SM
MD
LG