Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Geverî: Divê Şîyana Xwe Jibo Mesleheta Yekitiya Kurdan Bikar Bînin


Adem Geverî
Serokê Komeleya Şoreşgerên Demokrat (DDKD) Îmam Taşçier di “Konferansa Yekîtî û Çareserî ya Bakura Kurdistanê” de got ku divê parlamentoyeka Kurdan jî hebe û Kurd dikaribin bi sistema Federal xwe birêve bibin. Herwiha di qanuna bingehîn de divê Kurd wek gelekî serbixwe bê qebûl kirin, Kurdî bibe zimanê fermî yê duyemin û ev maf bi Qanuna Bingehîn were parastin.

Ji însiyatîfa Azadîyê Adem Geverî jî destnîşan kir mesela statu meseleyak konjonkturel e divê rewşa cihan û herêmê jibo daxwaza statuya Kurdan amade be. Birêz Geverî di berdewamîyê de got "divê em şîyana xwe ya siyasî jibo mesleheta yekitiya Kurdan bikar bînin."

Di konferansê de peyama Rêberê PKK Abdullah Ocalan ya jibo vê konferansê jî hat xwendin.

Abdullah Ocalan ifade kirîye heta neha Kurdan jibo hebûna xwe tekoşinê dane lê ji neha û şûnda kURD ê jibo parastina hebûna xwe tekoşînê bidin.

Rêberê PKK destnîşan kiriye barê hikûmet û konferansê ji îro û şûda girantir dibe û weha berdewamî daye gotinên xwe "hikûmet divê hemû rêyên siyaseta demokratîk veke. Zordestîya li pêşiya sîyasetê ji holê rake. Ev gavên ku bavêjin, divê bi qanûnan werin parastin."

Rêberê PKK'ê destnişan kiriye jibo ku rola xwe dikaribe baştir bi cî bine, divê astengîyên li pêşîya hevd^tinên wî werin rakirin. Herwiha destnîşan kiriye biryarên konferansê, rêya pengava muzakereyan jî dê ronî bike.

Konferans li ser mijarên "Li Bakurê Kurdîstanê Çareserîya Makezagonî, Li Bakurê Kurdîstanê Pirsgirêkên Civakî, Li Bakurê Kurdistanê Yekitiya Neteweyî û Helwesta Hevpar" ji çapamenîyê re girtî dewam dike.

please wait
Embed
Raport
by VOA

No media source currently available

0:00 0:04:39 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG