Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Baroyên Amed, Wan, Hekkarê li ser bûyera li Colemêrgê rapoerk amade kir


Colemêrg
Colemêrg

Roja berîya cejnê, firokên bi çek yên bêmirov (SIHA) li gundekî Colemêrgê bombe avêt nav komekê û hemwelatîyê bi navê Mehmet Temelê 35 salî hat kuştin, sê kes jî birîndar bûn.

Her sê baroyên herêmê, bo lêkolînkirina îdiayên kuştina sîvîlan daxwaza lêkolîn bikin çûn gund û serdana malbatan.

Avuqat, bi walî û dozgerê Colemergê re, bi malbata Temel û malbata du kesên ku bi birîndarî rizgar bûn re (lê bi tawana endamtîya rêxistina terorê hatin girtin), hevdîtinan pêk anîn.

Baro di raporê de behsa qanûnan dikin û dibêjin ku Tirkîye alîyek Peymana Mafê Mirovan ya Ewrupa ye, jîyana herkes bi yasayan hatiye parsatin. Di mudaxaleyan de, armanc divê ne kuştin be.

Baro bi berdewamî dibêje ku êrîş nêzi gund û bajêr e û hêza ku hatiye karanîn, di civakên demokratik de encamek bê pêpivan derdixe.

Baro dixwaze komîsyona mafê mirovan ya parlemanê lêkolina vê bûyerê bike.

“Sûcdarkirina piştevanîya bi terorê re” ne li gor encama lêkolîneke hiqûqî ye. Jiber ku dema bûyerê de ew çar kes li wir bûne bi vê tawanê tên sucdar kirin.”

Baro destnîşan dike ev bûyer di çarçova mafê jîyanê û dewleta hiqûqê de divê bê şîrovekiri ne li gor daxuyanîyên sîyasî.”

Kerem kin agahîyên zêdetir li ser fayla deng guhdar bikin:

KHF_9_14_2017_Colemerg
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:56 0:00

XS
SM
MD
LG