Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

KCD 'Xweserîya Demokratîk' Ragihand


KCD 'Xweserîya Demokratîk' Ragihand
KCD 'Xweserîya Demokratîk' Ragihand

Kongreya Civaka Demokratîk KCD, roja pêncşemê, ji bo li dijî bêstatûya Kurdan civîneka awarte lidarxist û di encama civînê 'Xweserîya Demokartîk' hat îlan kirin.

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk Aysel Tugluk daxuyanîya îlan kirina Xweserîya Demokratîk xwend û got "Em di çarçoveya mafên gerdûnî yên mirovan de, li ser feraseta welatiyê hevbeş û li ser esasa yekîtiya welêt, her wiha li ser perspektîfa Neteweya Demokratîk û girêdayî Yekîtiya Neteweya Tirkiyeyê, wekî gelê Kurd em Xweseriya xwe ya Demokratîk îlan dikin."

Sîyasetvana Kurd Aysel Tugluk destnîşan kir ku heke Kurd weke gel bên qebûlkirin û bi gelên Tirkiyeyê re wekhev bijîn, herwiha bibin xwedî statu, dê pirsgirêka Kurd bê çareserkirin

AyselTugluk di der barê Xweseriya Demokratîk de jî hîn pêzanînan da û got “ Sîstema Xweserîya Demokratîk, sistema xwezayî ya civakan e. Xweserîya demokratîk ne xera kirina dewletê ye ne jî ava kirina dewleteke nûh e, ev sistema gel ya xwe rêveberiyê ye.”

Kerem kin bi lînka ‘Guhdarî kirin’a jêrîn, guhdarîya vê raportê bikin

XS
SM
MD
LG