Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Gotûbêjên Ser Rakirina Destlênedana Parlamenterîyê li Tirkîyê Germ Dibin


Fight in Turkish parliament

Duyemîn civîna Komîsyona Qanûna Bingehîn de, bi pêşengîya 316 parlemanterên AKP’ê û bi piştigirîya partîyên opozîyonê CHP û MHP, teklîfa guhertina yasaya ku zirxa parlemanîyê radike, hat qebûl kirin. Teklîfa guhertina qanûnê çendekî şûnda wê li parlemanê jî bê dîtin.

Roja Duşemê li parlemanê civîna duyemîn ya guhertina qanûnê hat dîtin. Lê di navbera parlemanterên HDP’ê û AKP’ê de pevçûn derket. Di pevçûnê de milê serokê gruba HDP’ê Îdrîs Baluken ji cî derket û gelek parlemanter di nav pevçûnê de man û birîndar bûn.

Jibo guhertina qanûna bingehîn divê li parlemanê bi 367 dengan were erêkirin.

316 dengê AKP’ê, 133 dengê CHP’ê û 40 dengê MHP’ê heye. Lê jiber ku dengdan wê bi girtî be, tê texmîn kirin ku 367 deng dernekeve.

Ger di dengdanê de 367 deng dernekeve wê serokomar Erdogan biryar bide ku careke din li meclîsê were dîtin yan referandum çekin.

Niha 354 dosyayên HDP’ê, 179 dosyayên CHP’ê, 46 yê AKP’ê û 17 yê MHP, 5 dosya jî yên parlemanêns serbixwe hene. Li ji van dosyayan di heqê 51 parlemanterên CHP’ê, 49 parlemanterên HDP’ê, 27 parlemanterên AKP’ê û 7 parlemanên MHP’ê herwiha parlemanterên serbixwe de fezleke hatine amade kirin.

Hevserokê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş li ser rakirina destlênedana peyîvî.

“Parleman îrada gel e. Emê îrada gel biparêzin, lê hevalê me werin girtin û parlemanterîya wan rakirin, emê jî nîqaş bikin ka ku emê çi bikin. Gel parlemantoyan ava dike, ne partî! Ger gel bixwaze dikare ji yeke zêdetir parlemanto ava bike.”

Demîrtaş gbi berdewamî got ku ew bi tu awayî rê nedin ku tu parlemanterek li wan dadgehan bên darizandin. “Tu kes ji me naçe dadgehê wan û parleman ne malê bavê kesekî ye, lê malê gel e.”

Serokwezîr Ahmet Davutoglu jî got ku HDP dixwaze tundutujîyek bê ehlak li ser parlemantoyê ferz bike.

“Ew xîyanetê li bajarên xwe jî dikin. Hê jî berdevkîya rêxistina terorê dikin. Jibo ku pêşî liv ê yasayê bigrin êrîşê parlemanterên me dikin. Meclîsê dixwazin bikin meydana şer,” Davutoglu got.

Serokê MHP’ê Devlet Bahçelî jî got “HDP rêgezên terorê baş dizanin û parlemantoyê dike qada terorê, xebatên parlemantoyê asteng dikin.”

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:03:40 0:00

XS
SM
MD
LG