Çalakîya greva birçîbûnê ya 50 sîyasetvan û hunermendan, di roja heştan de piştî peyama rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî hat.
Birayê rêberê PKKê Mehmet Ocalan roja Yekşemê çû girava Îmrali û li wir bi Abdullah Ocalan re hevdîtinek pêk anî.
Mehmet Ocalan rojek şunda hat Amedê û digel çalakvanên greva birçîbûnê re daxuyanîyek da. Çalakvana gireva birçîbûnê bi dawî anîn.
Mehmet Ocalan ji Dengê Amerîka re behsa serdan girava Îmrali kir û ji zarê Abdullah Ocalan ragihand ku “pêvajoya çareserîyê bi deste dewletê hatiye dawî kirin û dewlet bixwaze pirsgirêka Kurd di şeş mehan çareser dibe.”
Hun dikarin dirêjayîya raportê li ser fayla deng guhdar bikin.