Lînkên eksesibilîtî

Bayram Bozyel: Êrîşa Amerîka li Sûrîyê Wek Hişyarî Xuya Dike


Berdevkê Wezareta Berevanî ya Amerîka Jeff Davis ragihand ku di demjimêr 4:40'ê sibeha Înê de, leşkerîya Amerîka êrîşên leşkerî li dijî firîngeha Şayrat ya Humsê pêk anîye.

Derbarê êrîşê de ji Tirkîyê daxuyanîya pêşî ya fermî ji alîye Numan Kurtulmuş hat dayîn.

“Em hêvîdar in ku operasyona Amerîka bibe alikarîya aşitîyê. Li Sûrî êdî dawîya şerên wekaletê hat. Ku bi vî rengî dewam bike, dibe ku Amerika û Rusya welatên din, bi hevre şer bikin. Jibo tiştek wusa nebe, divê herêmên ewle werin zêde kirin. Herêmên ewle dikare bibe bingeh jibo şareserîya Sûrî.”

Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu got ku ew piştevanîya vê êrîşê dikin, herêmên ewle pir girîng in û divê sînorên herêmên ewle werin fireh kirin.”

Sîyasetvanê Kurd Bayram Bozyel jibo Dengê Amerîka li ser vê pêşketinên şîroveyan kir.

“Ev êrîş niha wek hişyarî xuya dike. Texmîn nakim ku bibe sedema pevçûnan. Dibe ku Amerîka li ser çûyîn yan mayîna Esad sîyaseta xwe biguhere. Rûsya tene jibo Esad bi Amerîka re şer nake. Hem Amerîka hem Rûsya dixwazin li Sûrîye kare xwe bidin meşandin.”

Bozyel bi berdewamî got ku Tirkîye jibo ku Kurd têk biçin sîyaseta xwe ya Sûrî ava kir. “Kurd hem herêma xwe biparêzin, hem jî bi dewletan re peywendîya xwe baş bikin, ez pêşîya Kurdan ronî dibînim.”

XS
SM
MD
LG