Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qedexe, Operasyon û Rewşa Aloz ya li Herêma Kurdan Hîn Berdewam E


Qedexeya li ser Nisêbînê roja 11’an de îro rabû lê li Sur, Silopî, Cizîr û Kerboran (Dargeçit) qedex hin berdewam e.

Li Surê qedexe di roja 23’an de ye. Di protestoyên li hember qedexê du roj berê Şîyar Baranê 16 salî bi guleya polîsan hat kuştin.

Doh jî li Sûrê xortek bi navê Serhat Dogan di pevçûnan de hat kuştin. Îro merasîma cenaze Serhat Dogan hebû, lê polîs nehîşt ku bi girseyî merasim were lidarxistin. Li txa Baglar pevçûn rû da û polîsan bi avê û bi gaza îsotan avêt ser girseyê.

Parlamaneterê HDPê Zîya Pir beşdarê merasima cenaze bû. Wî da zanîn rewşa Surê pir xirab e. Dewletê bi aqilane tevnagere û şerek bêpîvan li ser navçeya qedexe dide meşandin.

Ji alîye din ve, parlamenterên HDPê li Amedê li taxa Surê ya ku ne qedexe ye çalakîyek dan destpê kirin. Parlamentera Amedê Sibel Yigitalp da zanîn ku wan dest bi nobedê kirîye û ev çalaki wî dewam bike heta operasyon û qedexe bidawî bibe.

Yigitalp got, rewşa Surê pir xirab e û rûniştvanên li Surê bi telefonan banga hawarê dikin.

Herwiha, nûnerên Meclisa Çilan, ku hewildaneke sivîl e, serdana Hevşaredar Gultan Kişanak kirin. Meclîsê da zanîn jibo bidawî anîna vê trajedîye ewê serdana Enqerê bikin.

Hevşaredar Gultan Kişanak jî got ew hêvîdar e ku ev hewldanên we encameke erênî bi xwe ve bîne.

“Gavên sîyasî gelek giring in, lê ev yek ne gelek hêsan in, hema sibê dest pê nabin; lê divê bawerîya bi aştîyê bi dawî nebe,” Kişanakê got.

Di rojên qedexê de li Cizîrê 10, li Silopî 12 kes hatin kuştin. Li Kerboran û Nisêbînê jî 4 kes hatin kuştin. Di xwepêşandanên li Amedê jî 3 xort û zarok hatin kuştin.

Wîlayeta Şirnexê di daxuyanîyekê de got, “ji saxlemîyê heta xwarinê jibo welatîyan hemî tedbir hatine girtin. Yên ku êrîş li ser dibistan, nexweşxane û sivîlan dike PKK ye.” Lê parlamenterên HDPê û rûniştvanên navçeyan daxuyanîya fermî red dikin.

Bi alîyekî din ve, KCKê jî dohî bi daxuyanîyekê ragihand ku divê hemî aligîrên demokrasîye li hember kiryarên hikûmet û devlete denge xwe bilind bikin.

“Êrîş û operasyon çiqas giran dibin bila bibin, wê berxwedan heta dawîyê bidome. Berpirsên van politîkayên qetliamê jî wê bên ceza kirin.”

KHF_12_24_15
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:52 0:00


XS
SM
MD
LG