Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Operasyona li Surê Qedîya, Lê Qedexe Hîn Berdewam E


Operasyona li ser Surê di roja 99an de roja Çarşemê bidawî hat lê qedexe hîn li ser 6 taxên ku operasyon hebûn wê dewam bike.

Serokwezîr Ahmet Davutoglu çend roj piştî îlankirina qedexeyan li Sur, Cizir û Silopî gotibû “Armanca îlankirina qedexeyan ew e ku zarara terorîstan negiheje gel. Herwiha heta hizûr û aramî neyê, pêkanîna operasyon û qedexeyan jî berdewam bin”

Qedexa li Surê di 2ê meha 12î de hat îlan kirin û hîn jî berdewam e. Lê operasyona ku leşker û polîs tê de cî girtin 18ê meha 12î de dest pêkir û 9ê meha 3ê bi dawî hat.

Di 10ê meha 12î de jibo 17 saetan qedexe hat rakirin. Gelek kes ew dem ji Surê derketin. Kesên ku derneketin sê mehan li Surê asê man.

Wîlayeta Amedê dibêje, di nav 83 rojên ku operasyon dewam kir, 206 xendek hatine girtin, 365 bombeyên destçêkirî hatin îmha kirin.

Dîsa, walîtîyê destnîşan dike ku li ser daxwazan, 46 zilam, 12 jin û 12 zarok di rojên dawîyê de ji Surê hatine derxistin.

Serfermandarîya artêşa Tirkîyê jî di emcama operasyona Surê de daxuyanîyek belav kir û tê de got 279 endamên PKKê hatine kuştin.

Ji alîye dinê ve, li gor daneyên fermî di nav 90 rojan de 62 leşker, polîs û qorîcî hatin kuştin.

Herwiha, hîn meytê 9 kesan li Surê ne û çalakîya malbatê wan berdewam e ku termên zarokên xwe bigirin.

Di operasyonê de hem polîs, hem leşker cî girtin û tank û wesayitên zirxîn jî hatin xebitandin. Di dîmenên ku ji Surê tên de xuya dibin ku li taxên qedexe, taybetî li ser warên dîrokî wêranîyeke pir mezin çêbûye.

HDP û DPB jibo qedexe û operasyona li Surê rabe herwiha sîvîlên li wir bi saxlemî ji wir derkevin dest bi çalakîyan kiribûn. Di çarçova wê biryarê de, her roj li Amedê li hemî taxan çendin çalaki û xwepêşandan dihatin lidarxistin.

Du roj berîya ku operasyon biqedin, fotografê 9 zilamên ku ji Surê hatine derxistin li ser torên civakî hatin belav kirin. Di fotografan de hemî xort û zilam hatine tazî kirin û li ber diwarek de hatine rûniştandin. Herwiha di fotografan de li ba xortên Kurd, leşker jî xuya dikirin.

Wilayetê pêşî ew foto qebûl nekir, lê piştre got jibo tedbirê cilê wan ji wan hatine derxistin û ser kesên ku fotografan avêtine ser înternete wê lêpirsîn were destpêkirin.

Ji alîye dine ve operasyona li Hezêx (Îdil) jî bidawî hat, lê qedexe dewam dike. Wezîrê Navxweyî yê Tirkîyê Efkan Ala di daxuyanîyek de got, bajarên ku operasyon were destpêkirin Şirnêx, Nisêbîn û Gever (Yuksekova) ne.

KHF_3_11_16
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:41 0:00

XS
SM
MD
LG