Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Dibêje Cudaxwazên Ereb Du Polîs Kuştine


Herêma Xozistana Îranê
Herêma Xozistana Îranê

Îran dibêje du endamên polîs ji aliyê cudaxwazên Ereb ve hatine kuştin di dema nobedariya wan de li başûrê welêt.

Ajansa nîv-fermî ya nûçeyan Fars îro Yekşemê ji ser zimanê efserê polîs Elî Qasimpûr ragihand ku dibêje gurûpa ”terorîst û cudaxwaz” a bi navê Tevgera Tekoşîna Ereb ji bo Rizgarkirina Ehwaz, di paş vê kuştinê de ye.

Herdû polîs doh Şemiyê li parêzgeha Xozistan a başûrê welêt hatine kuştin.

Tê zanîn, meha êlûna sala borî di êrîşekê de li dijî rêveçûneke leşkerî 24 kes hatin kuştin û cudaxwazên Ereb û her wiha gurûpa dewleta Îslamî berpirsiyariya xwe li dor wê êrîşê ragihandin.

Cudaxwazên Ereb, ku car-caran êrîşî boriyên niftê jî dikin, ew hikûmeta Îranê bi neyeksaniya dijî pêkhateya Ereb tawanbar dikin.

Di van demên dawî de jî, xwepêşandanên dijî kirîza abûrî û ziwabûnê li parêzgeha Xozistanê bûn.

XS
SM
MD
LG