Şaredarê Kîevê Vitali Klitschko îro Çarşemê ragihand ku hêzên Rûsî di saetên sibehê de êrîşên esmanî birine ser paytext.
Klitschko got ku di encama êrîşê de herî kêm 2 kes hatin kuştin û 2 kesên din jî birîndar bûne.
Fermandarê giştî yê hêzên çekdar yên Ukraynî, General Valeriy Zaluzhnyi îro got ku berevanîya esmanî ya Ukrayna 28 mûşekên Rûsî anîn xwarê û 15 ji 16 dronên ku şeva borî hatibûn avêtin, bê bandor kirin.
Ev ragihandinên karbidestên Ukraynî piştî daxuyanîyên ji karbidestên Rûsî hatin ku gotibûn ku dronên Ukraynî seranserê Rûsyayê bomberan kirine û zarar gihandine firokên leşkerî û trafîka esmanî qut kirine.