Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kiliçdaroglu: Li Herêma Erdhêjê Kêşeya Nebûna Çadiran Hîn jî Didome


Serokê Partîya Gel ya Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglud di serdana Hatayê de ragihand ku li Hatayê kêşeyên av û çadiran didomin.

Kiliçdargolu dîyar kir ku li bajarên herêma erdheja bi giştî milet nikare çadiran bibîne.

‘’Milet dixwaze ku li ber malên wan yên xesardîtî çadir werin vegirtin. Çinku di hindurê malan de kelûpelên wan hene û naxwazin ku ew werin dizîn’’ Kiliçdaroglu got.

Wî dîyar kir ku li Hatayê çandên cuda hene û divê peyavajoya jinûveavakirinê li gor çand û kevneşopîyên bajêr bimeşe.

Rêvebirîya Rewşa Awarte û Felaketê (AFAD) do Sêşemê dîyar kiribû ku li herêma erdhejê pirtir ji 300 hezar kon hatine vegirtin.

Muxalefeta Tirkîyê dîyar dike ku hikûmet bo herêmên erdhejê di xizmet û alîkarîyan de kêm maye û mexdurên erdhejê di rewişke dijwar de hiştine.

Karbidestên hikûmeta Tirkîyê dibêjin ku afeteke zêde mezin çêbûye û bi tenê li hin devaran kêmahîyên biçûk çêbûne.

Jêder: VOA, AFAD, CHP

XS
SM
MD
LG