Serokê Partîya Gel ya Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglu bû berbijarê serokomarîyê yê Tifaqa Milet.
Kiliçdaroglu di axaftina xwe ragihand ku serokên partîyên Tifaqa Milet dê bibin cîgirê serokomar.
‘’Armanca me ya herî mezin ew e ku em Tirkîyê bibin rojên şa û aram. Bi Îzna Xwedê emê bi hev re serketî bin’’ Kiliçdaroglu got.
Wî dîyar kir ku ewê Tifaqa Milet, Tirkîyê bi lihevkirin û danûstandinê bi rêve bibe.
Li gor ragihandina Kiliçdaroglu rêberên Tifaqa Milet ser sîstema parlamanterîyê ya xurt li hev kirine.
Seroka Partîya IYI Meral Akşener di rojên borî de ser berbijarîya Kiliçdarogly nîşanên vekişîna ji Tifaqa Milet dabû.
Akşener piştî danûstandinan îro jinûve vegerî Tifaqa Milet.
Jêder: Twitter, CHP