Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kiliçdaroglu: Kurd û Tirk bi Hiqûqa Biratîyê bi Hevdu re Ne


Serokê Partîya Gel ya Komarî (CHP) û berbijarê serokomarîyê yê Hevpeymanîya Netew Kemal Kiliçdaroglu di Twitterê de ser Kurdan axifî.

Kiliçdaroglu dîyar kir ku desthilata sîyasî li hember Kurdan wek ku ew terorîst in tevdigere.

Wî got ku di salên dawî de çi gava gotin tê ser Kurdan ew bi komî wek armanc tênê nîşan kirin.

Berbijarê serokomarîyê yê Hevpeymanîya Netew got ku nabe ku bo reşkirina kesitîya wî rûmeta bi mîlyonan kes were binpê kirin.

Kiliçdaroglu dîyar kir ku di navbera Kurdan û Tirkan de hiqûqa biratîyê heye û ew propagandaya desthilatê qebûl nakin.

Tirkîye dê di 14’ê Gulanê de here ser sindoqan û pisporên sîyasî dibêjin ku dengên Kurdan dê encama hilbijartinê dîyar bikin.

Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) jibo hilbijartina serokomarîyê berbijar raber nekir.

HDP’ê heta niha bo Kiliçdaroglu piştgirîyeke eşkere ranegihandiye, lê karbidestên wê dibêjin ewê jibo guherîna desthilata Tirkîyê bixebitin.

Anketên vê dawîyê nîşan didin ku li hember desthilata Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan berbijarê herî xurt Kiliçdaroglu ye.

Jêder: VOA, Twitter, CHP

XS
SM
MD
LG